Tenduristî

Li Diyarbekirê milyonek û 378 hezar û 700 serî kirkirkên Hindê hatin bidestxistin

Li bajêr di 5 operasyonên dawîn da hejmara kirkirkên Hindê yên hatin bidestxistin derket 10 milyon û 899 hezar û 778 seriyan

22.07.2019
Li Diyarbekirê milyonek û 378 hezar û 700 serî kirkirkên Hindê hatin bidestxistin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê di operasyonê da milyonek û 378 hezar û 700 serî kirkirkên Hindê hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeya Bajêr ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî, tesbîtkirina sitargeh û kûlikên ku terorîst dixebitînin, ji bo mihavzekirina çek û muhîmatên nav van sitargeh û kûlikan, îmhakirina alavên din û sitargehan, derxistina delîlên bazirganiya hişbirê ya dereqanûnî ya navbera kesên ku bi terorîstan ra dikin, ji bo ku hişbira li herêma operasyonê hatiye veşartin were dîtin û kesên hişbir veşartine werin girtin li kirê bakurê Liceyê operasyon hat kirin.

"Operasyona Yekîneya Taybet 05 a Serpelê Cendirme yê Şehîd Umît Çelîk" ku tîmên komandoya cendirmeyan di 20ê tîrmehê saet 22.30î da da destpêkirin, di saet 22.00î pê va bi serkeftî hat kutakirin.

Di operasyonê da li 17 deverên cuda milyonek û 378 hezar û 700 serî kirkirkên Hindê, ji bo avdana kirkirkan 2 hezar û 750 mêtre xortom û boriyên avê hatin bidestxistin. Li wê herêmê A.K di nav zeviya kirkirkan da hat girtin û binçavkirin.

Ji kirkirkên ku hatin bidestxistin nimûne hat hildan û paşê bi alavên din ra di cî da hatin îmhakirin.

Li bajêr di 5 operasyonên dawîn da hejmara kirkirkên Hindê yên hatin bidestxistin derket 10 milyon û 899 hezar û 778 seriyan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın