Tenduristî

Ji kevirên gurçikê nexweşan koleksiyon çêkir

Li Batmanê Can Aydinê doxtorê urolojiyê ye di emeliyatên 2 salên dawîn da bi sedan kevir ji gurçikan derxist û bi wan ji xwe ra koleksiyon çêkir

Haydar Şahin   | 31.07.2019
Ji kevirên gurçikê nexweşan koleksiyon çêkir

Batman

Op. Dr. Can Aydinê 27 sal e doxtoriya urolojiyê dike li Batmanê di emeliyatên 2 salên dawîn da bi sedan kevir ji gurçikan derxist û bi wan ji xwe ra koleksiyon çêkir.

Ji bo Op. Dr. Can Aydinê li nexweşxaneyeke taybet wezîfeyê dike kevirên ji nexweşên xwe derxistiye tên meneyeke din.

Aydin di emeliyatan da ji gurçikên nexweşan gelek kevir derxistin û ji bo wan bû şifa. Aydin ji vir 2 sal berê biryar da ku ji wan keviran koleksiyonê çêbike.

Di koleksiyona Aydin da çarçoveya resman a ku hemşîreyan ji 600 kevirî çêkiriye jî cî digre.

- "Min yekoyeko kom kirin"

Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelekî ji meslekê xwe hez dike, di jiyana xwe ya xebatê da ji gurçika gelek nexweşan kevir derxistine, di 2 salên dawîn da jî dest bi komkirina keviran kiriye.

Aydin got dema li Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî ya Samsunê wezîfe dikir hemşîreyan ji ber eleqeya ku nîşanî keviran dide ji kevirên gurçikan çarçoveya wêneyan çêkirin û di Cejna Tipê da bi diyarî dane wî û wiha axivî: "Di heyata min da diyariya herî bedew ev çarçove ye."

Dr. Aydin diyar kir ku di koleksiyona wî da hûr û mezin bi sedan kevir hene û wiha pê da çû: "Di koleksiyona min da kevirn mezin û yên hûr hene. Min teralî nekir û yekoyeko kom kirin. Mimkun nîne ku meriv bijmêre lêbelê min bi sedan kevir kom kirin."

- "Ezê dewam bikim"

Aydin got ku di koleksiyona wî da kevirê 522 qiramî yê ku 5 meh berê bi emeliyatê derxistibû jî heye û wiha axivî:

"Nexweşek 10 salan çûye ser doxtoran û hatiye lê nexweşiya wî nehatiye teşxîskirin. Me di tesbîtan da dît ku ev kevir e. Giraniya wî kevirî 522 qiram bû. Piştî ku me kevir derxist nexweş hat ser hemdê xwe û rihe bû. Me di lêkolînan da dît ku ji vî kevirî mezintir kevir nehatiye derxistin. Di dîrok tipa Tirkiyeyê da kevirekî wiha giran û mezin ê yekparçeyî tune. Li Çînê ji nexweşekî kevirê 720 qiramî hatiye derxistin û li dinyayê kevirê herî mezin ew e û piştra jî kevirê me di rêzê da ye."

Aydin diyar kir ku ew ê hetanî li ser wezîfeyê be keviran kom bike û wiha got: "Hem kêrî nexweşên xwe tên hem jî kevir ji koleksiyona me ra dibin parçe. Ez ê komkirinê bidomînim."

- Avê zehf vexwin

Dr. Aydin destnîşan kir ku kevir bi carekê çênabin kesên ku îşaretan dibînin dikarin avê zêde vexwin û kevirên gurçikan bixin û wiha pê da çû:"Heke avê venexwin roj bi roj kevirê mezin bibe û ewê mecbûr emeliyat bibin. Tesîra sertbûna avê jî li ser heye. Li avên paketkirî qîmeta PHyê tê nivîsandin dibê bala xwe bidin ser vê. Ya rastî dibê ava temîz vexwin. Ya rastî genetîk jî zehf girîng e. Heke di dê û bavê da pirsgirêk hebe ev derbasî zarokê jî dibe. Dibê nexweş bala xwe bidin ser vê lewra dibe ku ji gurçikan bibin. Hin caran nexweş ditirsin û emeliyat nabin. Tişta ku meriv jê bitirse tune. Lewra heke ji gurçika xwe bibin ew ê mecbûr emeliyat bibin û wê gurçika wan were derxistin. Kevir tiştekî cuda ye û dibê di rêya mîzê de nesekine. Bira nexweş guh bidin pêşniyazên doxtoran."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın