Spor

Werzişvana neteweyî Nevîn Înce ya ji Wanê rê li pêşdaraziyan girt

Nevîn Înce ya ku di Şampiyonaya Atletîzma Eywanê Ji 20 Salî Biçûktir a Tirkiyeyê da di 400 mêtroyî da reqora li Tirkiyeyê bi dest xist him rê li pêşdaraziyan girt û him jî dilê malbata xwe xweş kir

Abdullah Tel   | 05.03.2021
Werzişvana neteweyî Nevîn Înce ya ji Wanê rê li pêşdaraziyan girt

Van

 Nevîn Înce ya ji bajarê Wanê di Şampiyonaya Atletîzma Eywanê ya Kesên di Bin 20î ya Tirkiyeyê da di 400 mêtroyî da reqora li Tirkiyeyê bi dest xist. Wê him ji aliyekî va rê li pêşdaraziyên mirov xwedîne girt û him jî dilê malbata xwe xweş kir.

Ewilî mamosteya wê ya beden parêziyê merîfeta wê ferq kir û bi hewl û xebatên xwe ew niha di Kûluba Fenerbahçeyê da cî digire û Nevîn Înce ya 17 salî bi serfiraziyên xwe va jî tevlî tîma neteweyî bû.

Înce di Şampiyonaya Atletîzma Eywanê ya Ji 20 Salî Biçûktir a Tirkiyeyê da di 400 mêtroyî da bi dereceya 55,52an va bû yekemîn û reqora Mizgîn Ayê ya Tirkiyeyê jî 0,87 çirk pêva bir.

Werzişvana serkeftî di Şampiyonaya Atletîzma Eywanê ya Kesên di Bin 20î ya Balkanê da ku li Sofyaya paytextê Bulxaristanê hat kirin da bi tîma xwe ya xwedî alayê va 4x400 mêtroyî zîv, di pêşbaziya 400 mêtroyî da jî madalyaya bronz qezenc kir û ew dixwaze wek werzişvana neteweyî beşdarî Olîmpiyatên Parîs 2024an bibe.

- Înce: "Min hewl da û rê li pêşdaraziyên herkesî girt"

Nevîn Înceyê daxuyanî da nûçegihanên AAyê û got ku ji zarokatiya xwe va ew meraqdarê sporê ye û bi rêberiya mamosteyê xwe yê beden parêziyê va eleqeya wê ya li ser atletîzmê zêde bû.

Înceyê destnîşan kir ku şampiyonayên Tirkiye û Balqanan da gelek serkeftin bi dest xist û ew dixwaze di sala 2024an da beşdarî Olîmpiyatên Parîsê bibe û wiha domand: "Min bi serfiraziya xwe va nêrîna li hemberî qîzan guhert. Dema min dest bi sporê kir malbata min nexwest. Min hewl da û rê li pêşdaraziyên herkesî girt. Kesên serfiraziyên min dîtin berê qîzên xwe bi sporê va kirin. Li taxa em lê dijîn herkes bi min serbilind e. Ez dixwazim serfiraziyên nû qezenc bikim."

- Dê û bavê wê pê serbilind in

Diya wê Nafîye û bavê wê Necîp Înce got ku qîza wan di her pêşbaziyên beşdar dibe da serfiraziyên nû bi dest dixe û ew jî pê serbilind dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın