Nevzat Umut Uzel
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
Vanspor FKya ku yek ji tîmên Lîga 1emîn a Trendyolê, bi Ozan Can Kokçuyê birayê mezin ê futbolîstê neteweyî yê Beşîktaşê Orkun Kokçu ra peymaneke du salan îmze kir.
Di daxuyaniya ku ji hêla klubê va hat dayîn da hat gotin, bi futbolîstê 27 salî yê ku berê ji bo tîma Hollandayê FC Volendamê dilîst ra peymaneke du salan hat îmzekirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Kluba me bi futbolîstê profesyonel Ozan Can Kokçu yê ku berê ji bo tîma Hollandayê FC Volendamê dilîst ra peymaneke du salan îmze kir. Em bawer dikin Kokçuyê ku di herêma qada navîn da dilîze wê feydeyeke girîng bide kluba me. Em bi formaya wî ya Vansporê va serkeftinê ji bo wî dixwazin."