Spor

Tîma Neteweyî ya Ampute bû duyemînê cîhanê

Tîma Neteweyî ya Ampute di fînala Kupaya Dinyayê da bi Angolayê ra leyîst û di maweya normal da tu gol nehatin avêtin û di penaltiyan da 5-4 têk çû û bû 2yemîn

İbrahim Atmaca  | 05.11.2018 - Rojanekırın : 06.11.2018
Tîma Neteweyî ya Ampute bû duyemînê cîhanê

Istanbul

İSTANBUL 

Tîma Neteweyî ya Ampute ku Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê di çarçoveya projeya "Tirkiye Fitbol Dileyîze" da piştgiriyê didê, di bin banê Federasyona Sporê ya Astengdarên Bedenê da dileyîze û Turkcell sponsoriya wê dike, di fînala Kupaya Dinyayê da bi Angolayê ra leyîst.

Organîzasyon li San Juan de los Lagosa bajarê Meksîkayê hat kirin û nîvê ewil ê pêşbirkê bê gol kuta bû.

Di nîvê ewil ê pêşbirkê da tu gol nehatin avêtin û maweya normal a pêşbirkê 0-0 beranber kuta bû û pêşbirk dirêj bû.

Di du beşên dirêjkirinê ku her yekî deh deqe bûn da jî tu tîmê gol neavêt û pêşbirk ji penaltiyan ra ma.

Di penatiyan da ji tîma Tirkiyeyê Bariş Tellî, Muhammet Yegen, Fatîh Şenturk û Rahmî Ozcan penaltî kirin gol, lê kaptanê tîmê Osman Çakmak penatiya 5em neavêt. Ji ber ku fitbolîstên Angolayê penalti hemû kirin gol, pêşbirk 5-4 qezenc kirin.

Di organîzasyonê da Angolaya ku duyemînê dawîn ê dinyayê bû, bû şampiyon û Tirkiye bû duyemîn.

Organîzasyon bi merasima kûpayê va kuta bû.

Tîma Neteweyî kûpaya duyemîntiyê û xelatên wê hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.