Spor

Tirkiyeyê di rêza dinyayê ya FIFAyê da cihê xwe parast

Tirkiye di klasmana dinyayê ya FIFAyê da di rêza 37emîn da ye.

İbrahim Atmaca  | 17.05.2018 - Rojanekırın : 18.05.2018
Tirkiyeyê di rêza dinyayê ya FIFAyê da cihê xwe parast

Istanbul

ÎSTANBUL 

Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê di rêza dinyayê ya Yekîtiya Federasyonên Fitbolê yên Navneteweyî (FIFA) da rêza xwe ya 37emîn parast.

Li gor rêza dinyayê ya meha gulanê ku li ser malpera înternetê ya FIFAyê hat weşandin, 714 puanên tîma Tirkiyeyê hene û di rêza 37emîn da ye.

Almanyaya ku bû şampiyonê dawîn ê Kupaya Dinyayê ya FIFAyê jî di rêza yekemîn da ye. Di deh rêzên ewil ên lîsteyê da guhertin çênebû.

Rêza dinyayê ya FIFAyê wê careke din di 7ê hezîranê da were eşkerekirin.

Di rêzê da 10 welatên ewil wiha ne:

RêzTîmPuanGuherîn
1Almanya1544 -
2Brezîlya
1384-
3Belçîka1346 -
4Portekîz1306 -
5Arjantîn1254 -
6Swîsre1179 -
7Fransa1166-
8Spaniya1162-
9Şîlî1146
-
10Polonya1128 -





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın