Spor

Tima Voleybolê ya Mêran a Şaredariya Cizîrê ji bo ku derkeve Lîga Efeyan têdikoşe

Abidin Yel   | 15.04.2021
Tima Voleybolê ya Mêran a Şaredariya Cizîrê ji bo ku derkeve Lîga Efeyan têdikoşe

Şırnak

Tima Voleybolê ya Mêran a Şaredariya Cizîrê ku di Koma B ya Lîga 1emîn a Voleybolê ya Tirkiyeyê da ye, ji bo ku derkeve Lîga Efeyan têkoşînê dide.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Cizîrê, Tîma Voleybolê ya Mêran di milmilaneya ewil a Play-Off da Spora Şaredariya Bajarê Mezin Hatayê 3-0 têk bir û serkeftineke mezin bi dest xist.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Davut Sinanoglu diyar kir ku ew zehf kêfxweş in ku ew di milmilaneya dijwar da bi ser ketin.

Sinanoglu, werzişvan û antrenorên wan pîroz kirin û wiha got, "Tîma me ji destpêka lîgê vir va bi heman parolayê berdewam e. Înşelah em ê îsal derkevin Lîga Efeyan. Em wekî madî menewî li cem tîma xwe ne. Welatiyên me jî divê piştgiriyê bidin tîma me û her wiha ez serkeftinê ji tîma me ra dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın