Ahmet Aydın
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
Taximê Futbolê yê A Milliyê ewê di pêşbirka xwe ya yekem a Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026ê, 14ê hezîranê roja yekşembê bi dema Tirkiyeyê saet 07.00ê biçe hemberî Awistralyayê, di vê çarçoveyê da îdmana xwe ya yekem li Vancouvera ku dê pêşbirk jî lê bê kirin, kir.
Tîma heyv û stêrê îro gihîşt Kanadayê û îdmana xwe ya yekem li qada rahênanê ya li Killarney Parkê li dar xist.
Rahênana bi rêberiya rahênerê teknîkê Vincenzo Montella, 15 deqîqeyê wê yê pêşî ji çapemeniyê ra vekirî birêva çû û hat dîtin ku dev û çavên yarîzanan beşaş e.
Kenan Yildizê ku niha tê dermankirin, di beşa yekem a perwerdeyê da bi tîmê ra xebitî, her wiha hat gotin ku ew bi awayekî ferdî û girtî di beşa perwerdeyê da xebitî.
Tirkiye dê antremana xwe ya dawîn a pêşbirka bi Awistralyayê ra, 13ê hezîranê roja şembiyê bi dema Tirkiyeyê saet 01.00ê li Killarney Parkê li dar bixe.