Hilmi Sever
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
Taximê Futbolê yê A Milliyê ewê di pêşbirka xwe ya yekem a Koma Dyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026ê da, 14ê hezîranê roja yekşembê diçe pêşberî Awistralyayê.
Pêşbirk dê li Yarîgeha BC Placeê bi dema Tirkiyeyê saet 07.00ê dest pê bike. Dê ji Federasyona Futbolê ya Venezuelayê, Jesus Valenzuela pêşbirkê birêva bibe. Dê Jorge Urrego û Tulio Moreno yên ji heman welatî alîkariya Valenzuelayî bikin. Dê Kevin Ortegayê ji Federasyona Futbolê ya Peruyê bibe hakemê çaremîn.
Dê di pêşbirka din a komê da ji welatên mazûvan DYA û Paraguay derkevin pêşber hev. Pêşbirk ewê 13ê hezîranê roja şembiyê bi dema Tirkiyeyê saet 04.00ê destpê bike.