Hilmi Sever
22 Hezîran 2026•Rojanekirin: 22 Hezîran 2026
Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê ya ku wê di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma Dyê ya Kupaya Dinyayê ya FIFA 2026an da bê pêşberî Amerîkayê, dest bi amadekariyên xwe yên ji bo vê pêşbirkê kir.
Amadekariyên pêşbirkê li qada Athletic Groundsê ya li Arîzonayê hatin meşandin.
Qasî 15 deqîqeyên ewil ên amadekariyê ji çapemeniyê ra vekirî çêbû.
Amadekariyan bi serkêşiya rahênerê teknîkî Vîncenzo Montella va dest pê kir û bi hewldana bidestxistina gogê va dewam kir.
Hat ragihandin ku beşa girtî ya çapemeniyê li ser amadekariyên rê û rêbazên ji bo pêşbirka bi Amerikayê ra çêbû.
Montella beriya antremanê li kêleka qadê hinekî bi Kaptan Hakan Çalhanoglu û Îrfan Can Kahvecî ra axivî.
Serokê TFFyê Îbrahîm Haciosmanoglu û Sekreterê Giştî yê TFFyê Abdullah Ayaz jî antremana tîmê temaşe kirin.
Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê wê di 23yê Hezîranê da bi saeta Tirkiyeyê di saet 05.15yan da antremana xwe bike û amadekariyên xwe bidomîne.