Mücahit Hüseyin Eroğul
22 Hezîran 2026•Rojanekirin: 22 Hezîran 2026
Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Îranê ya ku di hefteya duyemîn a Koma Gyê ya pêşbirkên Kupaya Dinyayê ya FIFA 2026an da bi Belçîkayê ra 0-0 beramberî hev ma, piştî pêşbirka li Stada Los Angelesê ya Amerîkayê peyameke nivîskî di odeyên ku cil û berg lê tên guherandin da hîşt.
Li gorî daxuyaniya ekîba çapemeniyê ya Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Îranê, di peyama ku li odeya cilguherandinê hat hîştin da wiha hat nivîsîn: "Ji Îrana kevnar a bi hezaran sal berê û heta Îrana şareza ya îro, ruhê Îranê bi zindî û bêyî ku biheje dewam dike. Em bi serbilindî hatin Los Angelesê û bi rûmet û heysiyet ketin pêşbirkê. Ji bo mêvanperweriya te, spas ji te ra Los Angeles. Ji ber ku te ji her yek Îraniyekî ra bi tevahiya vê 180 deqîqeyan da ruh, dil û dengê xwe da Îranê, spas. Em hêvî dikin ku aştî, dostanî û rêz di navbera hemû neteweyan da serdest be."