Hilmi Sever
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Tîma Fitbolê ya A Milliyê di Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2026an da şansê wê nema ku ji grûbê derkeve. Tîma A Milliyê wê di Grûba Dyê da pêşbirka sêyem û dawî wê 26ê Hezîranê roja Înê BSTyê di 05.00î da bi Amerîkaya xwediyê malê ra bileyîze.
Di pêşbirka din a grûbê da Awustralya û Paraguay wê bileyîzin. Her du pêşbirk jî heman saetê dest pê bikin.
Beriya pêşbirkên dawî Amerîkayê garantî kir ku bi 6 puanî va bibe yekemînê grûbê, puanê Awustralyayê jî yê Paraguayê jî 3 ye. Şansê tîma neteweyî nema ku ji grûbê derkeve û hê puanê wê tuneye.
Di tîma neteweyî da beriya vê pêşbirkê lîstikvanekî seqet û cezaxwarî tuneye.