Hilmi Sever
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
Tîma A ya Neteweyî ya Fitbolê ku di maça duyem a Grûb D ya Kûpaya Cihanî ya FIFA 2026an da dê derkeve hemberî Paraguayê, dest bi amadehiyan kir.
Li Arîzonayê 15 deqîqeyên ewil ên rahênana li Athletic Groundsê ji çapemeniyê ra vekirî hat kirin.
Rahênana bi rêveberiya Vincenzo Montellayê rahêner bi revê va dest pê kir. Di dewama rahênanê da lîstikvanan gog ji hev sitand û di beşê ji çapemeniyê ra girtî da jî hat diyarkirin ku xebata taktîkî ya milmilaneya Paraguayê hat kirin.
Îbrahîm Haciosmanogluyê Serokê TFFyê, Mecnun Otyakmazê Wekîlê Serokê TFFyê û Abdullah Ayazê Sekreterê Giştî yê TFFyê jî rahênana tîma neteweyî temaşe kir.
Tîma A ya Neteweyî ya Fitbolê di 17ê Hezîranê da bi rahênana bi dema Tirkiyeyê di saet 05.15an da dê amadehiyên xwe bidomîne.