Spor

Serrahînerê voleybolê Nedîm Ozbeyê li Îspanyayê nexweş ket wê bi balafira ambulans va bînin Tirkiyeyê

Serrahînerê voleybolê Nedîm Ozbeyê li Îspanyayê nexweş ket bi telîmata Serokomar Erdogan wê bi ambulansa balafir va bînin Tirkiyeyê

Türkan Tosun   | 21.12.2020
Serrahînerê voleybolê Nedîm Ozbeyê li Îspanyayê nexweş ket wê bi balafira ambulans va bînin Tirkiyeyê

Istanbul

Serrahînerê Galatasaray HDI Sîgortayê Nedîm Ozbeyê ji bo pêşbirka Kupaya CEVê ya Mêran a Voleybolê di 15ê çileya pêşîn da çûbû Îspanyayê û li bajarê Las Palmasê nexweş ket bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê bi balafira ambulans a Wezareta Tenduristiyê va bînin Tirkiyeyê.

Li gor daxuyaniya Ragihandinê ya Serokomariyê balafira ambulans wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 18.00î da ji bajarê Las Palmasê rêkeve û dora saet 22.00î da bigîhîje Stenbolê.

Nedîm Ozbeyê 65 salî serahineriya Tîma Voleybolê ya Mêran a Neteweyî ya Ayê dike.

Ozbey do 16ê çileya pêşîn da aciz bûbû û wî rakiribûn nexweşxaneyê. Ji ber sîwarbûna wî ya balafirê dibe ku ji bo wî bibe pirsgirêk Serokomar Erdogan telîmat dabû ku wî bi balafireke ambulans a Wezareta Tenduristiyê va bînin Tirkiyeyê.

Nedîm Ozbey wê li Tirkiyeyê bê tedawîkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın