Spor

Şampiyontiyên ewil ên ku di 2019an da hatin qezenckirin

Ji sporvanên neteweyî Riza Kayaalp bi madalyonên zêr ên ku di şampiyonayên Ewropa û dinyayê da qezenc kirin va ket dîroka gulaşê ya Tirkiyeyê

İbrahim Atmaca, Haydar Şahin  | 01.01.2020 - Rojanekırın : 02.01.2020
Şampiyontiyên ewil ên ku di 2019an da hatin qezenckirin

Ankara

 Sporvanên neteweyî di 2019an da bi serkeftinên xwe va ketin dîroka sporê ya Tirkiyeyê.

Gulaşgirê neteweyî Riza Kayaalp îsal du rekor bi hev ra şikand. Riza di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ku li Bukreşa paytextê Romanyayê hat lidarxistin da di fînala stîla grekoromen 130 kîloyî da Iakobi Kajaiayê Gurcî têk bir û madalyona zêr qezenc kir.

Rizayê ku bû duyemînê Olîmpiyatê, ser hev 8, bi tevahî jî 9 caran bû şampiyonê Ewropayê. Riza bi serkeftina xwe ya 9emîn va li Ewropayê bû sporvanê ku herî zêde madalyona zêr qezenc kir û ket dîroka gulaşê ya Tirkiyeyê.

Şampiyonaya Gulaşê ya Dinyayê li Kazakistanê hat lidarxistin û tîma neteweyî madalyoneke zêr, 2 madalyonên zîv û madalyoneke zêr qezenc kir.

Di şampiyonayê da Riza Kayaalp di stîla grekoromen da cara 4emîn şampiyontiya dinyayê qezenc kir.

- Îbrahîm Çolak di cîmnastîkê da cara ewil şampiyontiya dinyayê qezenc kir

Şampiyonaya Dinyayê ya Artistik Cimnastikê ku li Stuttgarta bajarê Almanyayê hat lidarxistin û sporvanên neteweyî serkeftineke mezin bi destxist.

Îbrahîm Çolak di haletê xeleqê da madalyona zêr qezenc kir û di kategoriya mezinan a cîmnastîkê da şampiyontiya dinyayê qezenc kir. Tirkê ewil ê ku vê şampiyontiyê qezenc kir Çolak e.

Ahmet Onder jî di haletê paralel da bû duyemînê dinyayê. Tirkiye di cîmnastîkê da cara ewil di Şampiyonaya Dinyayê da du madalyon qezenc kirin.

- Jina "Yaman" a tekvandoyê

Di Şampiyonaya Tekvandoyê ya Dinyayê ku li Manchestera bajarê Îngiltereyê hat lidarxistin da sporvana neteweyî Îrem Yamanê di 62 kîloyî da bû yekemîn.

Di roja dawîn a organîzasyonê da Îrem di kîloya 62yan da derkete tatamiyê, di fînalê da Caroline Santosa welatiya Brezîlyayê têk bir. Îrem bû tekvandovana Tirka a cara duduyan dibe şampiyona dinyayê.

Werzişvana 24 salî di sala 2015an da di Şampiyonaya Dinyayê ya li Rûsyayê hat lidarxistin da madalyaya zêrîn qezenc kiribû.

- Toprak Razgatlioglu biser ket

Toprak Razgatliogluyê ajokarê motorsîkletê yê neteqeyî di pêşbaziya ewil a Şampiyonaya Superbike ya Dinyayê da li Fransayê da derkete rêza ewil.

Toprak li Fransayê di rêza 16an da dest bi pêşbaziyê kir û bû şampiyon. Toprak Razgatlioglu bû Tirkê ku di dîroka Şapiyonaya Superbike ya Dinyayê da cara ewil dibe şampiyon.

- Sumeyyeya sobenîkara paralîmpîk li dinyayê kete rêza duduyan

Sumeyye Boyaciya di fînala Şampiyonaya Sobeniya Paralîmpîk a Diyayê da têkoşîn da jî madalyaya zîvîn sitand.

Sumeyyeya sobenîkara neteweyî di sobeniya serpiştkê ya 50 mêtreyî da têkoşîn da û di 44,74 saniyeyan da temam kir û kete rêza duduyan.

Emre Sakçiyê sobenîkarê neteweyî madalya qezenc kir

Emre Sakçiyê sobenîkarê neteweyî madalya qezenc kir di sobeniya beqkî ya Şampiyonaya Kulvara Kin a Ewropayê ya 50 mêtreyî da madalyaya zîvîn qezenc kir

Sobenîkarê neteweyî bû Tirkên di sobeniya beqkî ya Şampiyonaya Kulvara Kin a Ewropayê ya 50 mêtreyî da cara ewil madalyaya zîvîn qezenc kir.

- Talha Ahmet Erdem bû şampiyon

Di Şampiyonaya Judoyê ya Dinyayê ya Sendroma Downê da Talha Ahmet Erdem bû şampiyon. Di vê qadê da Tirkiyeyê cara ewil madalyaya zêrîn sitand.

Talha Ahmet Erdem di Şampiyonaya Judoyê ya Dinyayê ya Sendroma Downê da di kategoriya T23yan da ji bo 81 kîloyî derkere dika şampiyontiyê.

Di kategoriya T21î ya heman organîzasyonê da Dogukan Coşar jî madalyaya zêrîn qezenc kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.