Yunus Kaymaz
18 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2026
Şampiyonê Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya Sala 2026an wê sibê diyar bibe.
Îspanya û Arjantîn wê di pêşbirka fînalê da li New Jerseya eyaleta Amerîkayê bên pêşberî hev.
Pêşbirk bi saeta Tirkiyeyê di 22.00yan da dest pê bike.
Hekemê Slovenî Slavko Vincic wê pêşbirka fînalê li Stadyuma New York New Jerseyê birêve bibe.
Tomaz Klancnik ûAndraz Kovacic jî wê alîkariya Slavko Vincicê 46 salî bikin.
Hekemê çaremîn yê vê pêşbirkê jî wê Adham Makhadmehê ji Federasyona Futbolê ya Urdunê be.