Pêşbirka Galatasaray û Beşîktaşê wê Cuneyt Çakir birêva bibe
Di hefteya 14mîn a Lîga Super a Spor Totoyê da pêşbirka di navbera Beşîktaş-Galatasarayê da wê Cuneyt Çakir birêva bibe
Istanbul
ÎSTANBUL
Pêşbirka di navbera Beşîktaş û Galatasarayê da ku wê di hefteya 14mîn a Lîga Super a Spor Totoyê da bê kirin ji hêla Cuneyt Çakir va wê bê birêvabirin.
Lijneya Hakem a Navendî ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û ragihand ku Cuneyt Çakir wê pêşbirka di navbera Galatasaray û Beşîktaşê da ku di 2yê Berfanbarê saet 20.00î da li Stada Vodafone Parkê bê kirin birêva bibe.
Alîkariya Çakir jî wê Bahattîn Duran û Tarik Ongun bikin.
Di pêşbirkê da wek hakemê çaremîn jî Koray Gençerler hat wezîfedarkirin.