Di tûra 32yên dawî ya Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2026an da pêşbirka Paraguay-Almanyayê di dema normal û dirêjkirî da 1-1 kuta bû û Paraguayê di penaltiyan da Almanya 4-3 têk bir û navê xwe di nava tûra 16an da nivîsand.
Pêşbirk li Stada Bostonê hat lîstin.
Gola ewil Paraguayê avêt û 1-0 da pêşiyê. Enciso di deqîqeya 42yem da bi topa ku Galarzayê hevalê wî avêt va bi serê xwe top avêt qeleyê.
Almanyayê jî di deqîqeya 54emîn da bi gola serî ya Havertz va 1-1 wekhevî pêk anî.
90 deqîqe 1-1 kuta bû û pêşbirk dirêj bû, lê di dema dirêjkirî da jî tu gol nehatin avêtin û derbasî penaltiyan bûn.
Paraguayê di penaltiyan da Almanya 4-3 têk bir û derket tûra 16ên dawî.
Paraguay wê di tûra 16ên dawî da bi serkeftiyê pêşbirka Fransa-Swêdê ra bileyîze.