Spor

Naîm Suleymanoglu di salvegera duyemîn a wefata xwe da tê bibîranîn

Naîm Suleymanoglu bi serkeftinên xwe yên halterê va ket nav sporvanên efsane yên dinyayê

İbrahim Atmaca  | 18.11.2019 - Rojanekırın : 19.11.2019
Naîm Suleymanoglu di salvegera duyemîn a wefata xwe da tê bibîranîn

Ankara

Haltervanê neteweyî Naîm Suleymanogluyê şampiyonê olîmpiyat, dinya û Ewropayê, di salvegera duyemîn a wefata xwe da tê bibîranîn.

Naîm suleymanoglu bi serkeftinên xwe yên halterê va ket nav sporvanên efsane yên dinyayê. Suleymanoglu di 23yê rêbendana 1967an da li Kircaaliya bajarê Bulxaristanê hat dinyayê.

Suleymanoglu di jiyana xwe ya halterê de 3 madalyayên zêr ên olîmpiyatê, 7 sampiyoniyên dinyayê, 6 şampiyoniyên Ewropayê û 46 caran jî rekora dinyayê qezenc kir.

Di 16 saliya xwe de Suleymanoglu rekorek bi dest xist û di dîroka halterê de bû şampiyonê dinyayê yê herî ciwan. Di salên 1984, 1985 û 1986an de li cihanê haltervanê salê hat hilbijartin. Komîsyona Çapemeniyê ya Halterê ya Navneteweyî di sala 1992yan da wek sporvanê herî baş ê dinyayê îlan kir.

Naîm Suleymanoglu di sala 1986an da bi daxwaza ji tundiyên Bulgaristanê xilas bibe û li ser navê Tirkiyeyê beşdarî pêşbaziyan bibe di Şampiyonaya Halterê ya Dinyayê ku li Melbourneya bajarê Awistralyayê hat kirin da xwe spart Balyozxaneya Tirkiyeyê û îlticayî Tirkiyeyê kir.

Ji Olîmpiyatên Seûlê yên 1988an pê va li ser navê Tirkiyeyê beşdarî musabaqayan bû.

Di Şampiyonaya Dinyayê ya sala 1993an da sê madalyayên zêrîn, 2 reqorên dinyayê bidest xist. Di Şampiyonaya Halterê ya Ewropayê da ku di sala 1994an da li Bulgaristanê hat kirin da jî bi sê bilindkirinan va 3 rekorên dinyayê serobin kir.

Di Şampiyonaya Dinyayê ya ku li Çînê hatibû kirin da jî digel seqetbûna wî ya dewam dikir 3 madalyayên zêrîn qezenc kir û di sala 2000î da jî wek serokê duyem ê Federasyona Halterê ya Navneteweyî hat hilbijartin.

Werzişvanê serkeftî her wiha 7 caran bû şampiyonê dinya û Ewropayê, 46 caran jî rekora dinyayê şikênand.

Suleymanoglu bi performansa xwe ya Olîmpiyatên Seulê yên 1988an va jî li dinyayê hat naskirin û di 3yê rêbendana 1988an da bû qapaxa kovara Timeyê.

Suleymanoglu di 50 saliya xwe da ji ber nexweşiya sîrozê di 18ê mijdara 2017an da wefat kir.

Cinzeyê wî li Goristana Edirnekapiyê hat definkirin. Valerîos Leonîdîsê Yewnan ê ku di heyama wî ya aktîf da hevrikê Suleymanoglu yê herî mezin bû jî beşdarî merasîma cinazeyê Naîm Suleymanoglu bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın