Spor

Nadal di Turnuvaya Tenisê ya Vekirî ya Amerîkayê da bû şampiyon

Li New Yorkê di Turnuvaya Tenisê ya Vekirî ya Amerîkayê da ku grand slama sezona dawîn bû û li Stada Arthur Asheyê hat lidarxistin Rafael Nadal û Daniîl Medvedev hatin pêşberî hev.

Nihat Kavşut  | 09.09.2019 - Rojanekırın : 10.09.2019
Nadal di Turnuvaya Tenisê ya Vekirî ya Amerîkayê da bû şampiyon

Washington DC

 Li New Yorkê di Turnuvaya Tenisê ya Vekirî ya Amerîkayê da ku grand slama sezona dawîn bû û li Stada Arthur Asheyê hat lidarxistin Rafael Nadal û Daniîl Medvedev hatin pêşberî hev.

Di pêşbirka ku qederê 5 saet dewam kir da Rafael Nadalê 33 salî bi setên 7-5, 6-3, 5-7, 4-6 û 6-4an 3-2 bi ser ket û di turnuvayê da bû yekemîn. Bi vê encamê Nadal cara 19an e di grand slamê da û 4an e jî di Turnuvaya Tenisê ya Vekirî ya Amerîkayê da dibe şampiyon.

- Medvedev jî cara ewil di fînala grand slamê da leyîst

Medvedevê 23 salî di karîyera xwe da cara ewil di fînala grand slamê da leyîst. Daniîl Medvedev di pêşbirka fînala grand slamê da encamê ji 2-0an derxist 2-2yan û serkeftineke mezin bi dest xist.

Medvedev piştî Marat Safinê tenisvanê Rûs ku di sala 2000î da Turnuvaya Tenisê ya Vekirî ya Amerîkayê qezenc kir bû tenisvanê Rûs yê duyemîn ku di turnuvayê da derket fînalê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.