Mexriba ku bi penaltiyan va 3-2 zora Hollandayê bir, derbasî tura 16emîn a dawî bû
Mexribê bi penaltiyan va 3-2 tîma Hollandayê têk bir û derbasî tura 16emîn a dawî bû
Mücahit Hüseyin Eroğul
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
photo: Juancho Torres / AA
NUEVO LEON
Di pêşbirkên tura 32yemîn ên dawîn ên Kupaya Dinyayê ya FIFA 2026ê da Mexrib û Hollanda hatin pêşberî hev, pêşbirk bi dema xwe û dema dirêjkirinê va bi 1-1 beramberiyê temam bû. Lê bi penaltiyan va Mexribê 3-2 tîma Hollandayê têk bir û derbasî tura 16emîn a dawî bû.
Nîva ewil a pêşpirkê bi 0-0 beramberiyê qediya.
Wêne : Juancho Torres/AA
Di nîveka duyem a pêşbirkê da Mexribê futbolîst Hakimî bir li pişt cihê parastinê û gelek derfet ket dest ku ew bi ser bikeve, lê bi ser neket.
Di deqîqeya 72yemîn da Gakpo golek avêt û Hollanda bi 1-0 pêş ket. Her kesî wisa fêm kir ku êdî Hollanda bi ser ket û derbasî tura 16emîn a dawî bû, lê wisa nebû.
Di deqîqeyên ewil ên dirêjkirina pêşbirkê da Dîop bi serê xwe va golek avêt û pêşbirk bi 1-1 beramberiyê qediya.
Ji ber ku beramberî çêbû, di pêşbirkê da avêtina penaltiyan dest pê kir.
Mexribê bi penaltiyan va 3-2 tîma Hollandayê têk bir û derbasî tura 16emîn a dawî bû.
Mexriba ku bi penaltiyan va 3-2 zora Hollandayê bir, derbasî tura 16emîn a dawî bû