Mardin 1969 Sporê, bi "Mahmood Coffee" ra peymana sponsoriyê îmza kir
Mardin 1969 Spora ku di Lîga 1emîn a Trendyolê da ye, ragihand ku bi "Mahmood Coffee" ra peymana sponsoriyê îmza kir.
Beşir Şavur
14 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
photo: Mardin 1969 Spor / AA
MARDIN
Di daxuyaniya kulûbê da hat destnîşankirin ku Serokê Kulûbê Ridvan Aşar, Serokê As Veysî Duran û Alîkarê Serok ê berpirsê karûbarê darayî Ercan Ayanaoglu serdana Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Mahmood Coffee Mahsum Altunkaya kirine û formeyeke Mardin 1969 Sporê ku navî wî li ser e, pêşkêşî wî kirine.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di serdanê da peymana sponsoriyê ya fermî hatiye îmzakirin û wiha hat gotin:
"Kulûba me bi Mahmood Coffee ra sponsoruya ji bo sezona 2026-2027ê hat îmzakirin. Mahmood Coffee ya ji markayên Koma Şirketan a Altunkayayê, ewê di sezona nû da, hêzê bide malbata me ya Mardin 1969 Sporê. Em hêvîdarin ev tevkarî ji bo herdu aliyan bibe sedema xêrê."
Wêne : Mardin 1969 Spor/AA
Mardin 1969 Sporê, bi "Mahmood Coffee" ra peymana sponsoriyê îmza kir