Mehmet Emin Gürbüz
17 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2026
Mardîn 1969 Spora ku piştî 18 salan dageriya Lîga 1emîn giranî dide ser transferên baş ku tîmê pêşva bibin.
Ahmet Cîngozê rahênerê sereke yê tîma Mardîn 1969 Sporê ku klûbeke cara dawî di demsala 2007-2008an da bi navê Mardînsporê di Lîga 1emîn da pêşbazî kiribû, diyar kir ku ji ber pêvajoyeke dijwar ya veguhastina lîstikvanan, wan nekarîbû stratejiya xwe ya plankirî bi temamî pêk bînin; lê wî da zanîn ku ew ligel lîstikvanên ku dikarin bersivê bidin hêviyên temaşevanan, danûstandinan didomînin.
Tîma bi rengên sor û şîna tarî ku amadekariyên xwe yên beriya demsalê li otêlekê li ser rêya Bolu-Abantê didomîne, di bin çavdêriya Cîngoz da rojane du caran rahênanê dike.
Tîma ku navenda wê li Mêrdînê ye, ligel amadekariyên fîzîkî balê dikişîne ser rêxistina taktîkî û herwiha armanc dike ku bi rêya maçên dostaniyê kêmasiyên xwe yên beriya demsalê çareser bike.
Cîngoz di nirxandina kampa rahênanê da ji bo nûçegihanê AAyê diyar kir ku di qonaxa yekem ya kampê da ya ku bi giranî li ser amadekariya fîzîkî disekinî, derfeta wan çêbûye ku ji nêz ve çavdêriya lîstikvanên ciwan bikin.
Ahmet Cîngoz diyar kir ku di qonaxa duyemîn ya kampa rahênanê da ew hem li ser pêşveçûna fîzîkî û hem jî li ser avakirina sîstema lîstikê dixebitin û got: "Bi hatina lîstikvanên nû yên ku me îmze dane wan, wê kalîteya tîma me hîn zêdetir bibe. Ji bo 17 û 21ê Tîrmehê maçên me yên dostaniyê hatine plankirin. Me ji bo qonaxa duyemîn du maçên dostaniyê û ji bo qonaxa sêyemîn jî du maçên din plan kirine. Ez bawer im ku em ê di vê heyamê da bi awayekî herî baş xwe ji bo lîgê amade bikin."