Salih Bilici
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Mardîn 1969 Sporê formeyên xwe yên sezona nû dan nasîn.
Li ser hesabên medyaya civakî yê kulûbê danasîna formeyên sezona 2026-2027an hat kirin.
Dîmena formeyan bi sernava "Ruhê bajarekî, pênc çîrokên cuda" va hat parvekirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Formeyên me yên sezona 2026-2027 ku ji kevir, çand, dîrok û mîrateya hevpar a sedan salan a Mêrdînê îlham hildaye, êdî li ber destê we ne. Her neqiş şopek e, her reng wateyek e, her forme çîroka Mêrdînê di xwe da dihewîne. Ev ne tenê koleksiyoneke formeyê ye; li sehayê rengvedana nasnameya Mêrdînê ye."