Halil İbrahim Sincar
05 Tebax 2026•Rojanekirin: 05 Tebax 2026
Ji ekîbên Lîga 1emîn a Trendyolê Mardîn 1969 Spor bi fitbolîstê navenda sehayê Tonio Teklicê 26 salî ra ji bo salekê peyman îmze kir.
Li gor daxuyaniya ku ji kulûbê hat dayîn, bi fitbolîstê ku formeya Widzew Lodza tîma Polonyayê li xwe dike ra ji bo salekê bi opsiyona kirîna bonservîsê va hat kirêkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, tê payîn ku Teklic piştgiriyeke xurt bide tîmê û wiha hat gotin, "Transfer ji bo kulûb, fitbolîst û camîeya me ser xêrê be. Em hêvî dikin ku Teklic bi formeya me sezoneke serkeftî derbas bike."