Beşir Şavur
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Mardîn 1969 Spora tîma Lîga 1em a Trendyolê ragihand ku bi Ugur Adem Gezerê yarîzanê defansê ra li hev kir.
Di daxuyaniya kûlubê da hat destnîşankirin ku baweriya wan heye ku Ugur Adem Gezerê 31 salî bi tecrube, karakter û qalîteya xwe ya lîstikê va sûdeke giring bigihîne armancên tîmê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bi Ugur Adem Gezer ra peymana ji bo 1+1 salan hat îmzekirin. Em ji bo yarîzanê xwe yê bi tecrube bi formaya me ya sor û laciwerd kariyereke serkeftî dixwazin û hêvî dikin ku ji bo camieya me bi xêr be."