Beşir Şavur
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Di daxuyaniya klubê da hat gotin Muammer Denîzhan Taşkan wê bi tecrube, kesayetî û lîstika xwe ya baş va feydeyeke giring bide armancên tîmê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi Muammer Denîzhan Taşkan ra peymaneke 2 salî hat kirin. Em ji futbolîstê xwedî tecrube ra, bi formaya me ya sor û lacîwert va serkeftineke têr û tije dixwazin. Em hêvî dikin ji bo me jî li ser xêrê be."