Salih Bilici
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Mardîn 1969 Spora ku yek ji tîmên Lîga 1emîn a Trendyolê ye, ragihand ku wan bi Dîcle Elektrîkê ra peymaneke sponsoriyê îmze kir.
Li gorî daxuyaniya klubê, Mardîn 1969 Sporê di çarçoveya heyama 2026-2027an da ji bo sponsoriya li pişta formayan, bi Şirketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê Dîcle Elektrîkê ra peymaneke sponsoriyê îmze kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em hêvî dikin ku ev hevkariya hêja hem ji bo kluba me û hem jî ji bo Dîcle Elektrîk Dagitim A.Ş.yê bi xêr be. Ji bo piştgiriya wan em spasiya wan dikin û hêvî dikin ku di heyama nû da em bi hev ra gelek serkeftinan bi dest bixin."