Beşir Şavur
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Di daxuyaniya kulûbê da hat diyarkirin ku peymana Enes Erolê ku bi performansa xwe ya serkeftî û bi îstiqrar ya ku heyama borî nîşan da û terefteran gelekî jê hez kir 2 salan dirêj kirin û bi lîberoyê pêş Kerem Kurşunê 25 salî ra jî peymana 3 salî îmze kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Bi lîstikvanê me yê profesyonel Enes Erol ra peymana 2 salî hat kirin. Enes Erolê ku heyama borî di rêwîtiya me ya şampiyoniyê da performanseke serkeftî nîşan da û piştgiriyeke mezin da tîma me dê di heyama nû da jî formaya me li xwe bike. Me bi fitbolîstê xwedî tecrube Kerem Kurşun ra jî peymana 3 salî îmze kir. Em ji bo Kerem Kurşunê ku jê bawer dikin ku dê bi tecrube, xislet û kalîteya xwe va piştgiriyeke mezin bide hedefûn me di bin formaya sor û lacîwerd a tîma xwe da serkeftinê dixwazin û dibêjin ku bila ji bo camîeya me bi xêr be."