Tirkiye, Spor

Li Wanê ciwanên malbatên wan hatin qanîkirin perwerdeya xweşiqitandinê dibînin

Haydar Şahin  | 07.01.2021 - Rojanekırın : 13.01.2021
Li Wanê ciwanên malbatên wan hatin qanîkirin perwerdeya xweşiqitandinê dibînin Necmettin Karaca - Anadolu Ajansı

Van

 Şefîk Ensariyê Şaredarê Çaldirana navçeya Wanê malbatên ciwanan îqna kir û di 3 rojên hefteyê da antrenor perwerdeya xweşiqitandinê didin ciwanan.

Ensarî li navçeyê ji bo ciwanên jêhatî ji xûyên nebaş mihefeze bike û bi wan sporê bide kirin xebat dan destpêkirin.

Ensarî malbatên ku destûr nedidan zarên xwe îqna kir û berî wan da sporê.

Li Wanê ciwanên malbatên wan hatin qanîkirin perwerdeya xweşiqitandinê dibînin

Ciwanên hemû hewcedariyên wan bi destê Şaredariyê tên dîtin dixebitin ku di nav werzişvanên serkeftî da cî bigrin.

- "Ciwan pêşeroja me ne"

Ensariyê Şaredar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ciwanên eleqedarê spora şiqitandinê di kordinasyona antrenoran da li navenda xweşiqitandinê bêyî pere perwerdeyê dibînin.

Ensarî got hin malbatan destûr nedidan zarên xwe li ser vê bi wan malbatan ra axivîn û wiha pê da çû:

"Em ciwanên ku malbatên wan qanî dikin dişînin sporê. Di 3 rojên hefteyê da ciwan perwerdeyê dibînin, Mesrefa xwarin û rê em didin. Ji bo ciwan bi sporê ra eleqedar bibin çi ji destê me tê em dikin. Lewra ciwan pêşeroja me ne. Em bawer dikin ku ciwanên li vê derê perwerdeyê dibînin ew ê di poşerojê da bi serkeftî welatê me temsîl bikin.

- "Ez bêyî haya malbata xwe dihatim şiqitandinê"

Ayhan Kayayê ciwan got ku malbata wî destûr nedida ku xwe bişiqitîne û wiha pê da çû: "Şaredarê me hat mala me, malbata min îqna kir. Înşaellah ez ê di xweşiqitandinê da pêş bikevim. Şaredarî hemû hewcedariyên me dibîne. Êdî dizîka nayêm, bi serbestî têm û ezê bigihîjim xelaên xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın