Ekrem Payan
02 Tebax 2026•Rojanekirin: 02 Tebax 2026
Pêşbirkên Herêmê ya Koma 8emîn a Etaba 1emîn a Tenîsê ya Lîga Stêrkan a Anadoluyê (ANALÎG) li Şirnexê dest pê kirin.
Ji 9 bajêran 90 werzişvan beşdarî pêşbirkên tenîsê yên ku dê li kampusa Zanîngeha Şirnexê li 2 kortên girtî û 4 kortên vekirî bên lîstin, dibin.
Kesên derkevin fînalên pêşbirkan da bikarin beşdarî pêşbirkên nîv fînalê yên Tirkiyeyê yên ku dê di 19-13yê tebaxê li Elezîzê bên lidarxistin bibin.
Midûrê Xizmetên Werzişê yê Midûriya Ciwanî û Werzişê yê Bajarê Şirnexê Nîhat Avci di vekirina bernameya ku bi sekna rêzdariyê û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir da axivî û got ji ber ku mazûvaniya organîzasyonê dikin kêfxweş in û ji bo ku turnuvauê bi awayê herî baş temam bikin amadehiyên hewce hatin kirin.
Avci da zanîn ku Şirnex êdî di tenîsê da peywira bajarê pîlot hildaye ser xwe û got ku "em li vir tenê ji bo lîstina pêşbirkên tenîsê neciviyan. Em ji bo xurtkirina peywendiyên dilan û biratiyê ya bi hev ra li vir in. Hûn dê ji aliyekî va bajarê me nas bikin, ji aliyê din va aliyê biratiyê ya werzişî jî hîn bibin. Ya girîng hildana madalyayê serketina ser dikê nîne, ya girîng ew e ku werzişvanên ku bi pêngavên jixwebawer, bîrewer, bi disîplîn, fedakar bên gihandin. Ez hêvî dikim ku pêşbirkên xweşmêrane çêbin."
Avci diyar kir tê plankirin ku Turnuvaya Tenîsê ya Cudî Cup a Navneteweyî ya ku her sal wek kevneşopiyek tê lidarxistin di 21-16ê îlonê da bê lidarxistin û hemû werzişvan vexwendin turnuvayê.
Nûnerê Tenîsê yê Bajêr Mehmet Batak, natrenor, hakem û werzişvan beşdarî bernameyê bûn.