Fecri Barlık
26 Hezîran 2026•Rojanekirin: 26 Hezîran 2026
Şampiyonaya Duçerxeya Rê ya Tirkiyeyê ya Yeşîlayê bi pêşbaziyên şexsî li Sêrtê dest pê kir.
Organîzasyon bi piştgiriya Walîtiya Sêrtê ji hêla Federasyona Duçerxeyê ya Tirkiyeyê va tê lidarxistin û ji cihên cuda yên Tirkiyeyê 77 tîm û 242 werzişvan beşdar bûn.
Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya, Sekreterê Giştî yê Federasyona Duçerxeyê ya Tirkiyeyê Mehmet Sedat Firat û Endamê Lijneya Birêvebiriyê û Serokê Kulûbên Werzişê yên Yeşîlayê Hasan Sîret Albayrak pêşbazî dan destpêkirin.
Sekreterê Giştî yê Federasyona Duçerxeyê ya Tirkiyeyê Firat daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got kêfxweş in ku bi serenava "Yeşîlay"ê li Sêrtê şampiyonayê li dar dixin.
Endamê Lijneya Birêvebiriya Yeşîlayê Albayrak jî got ku di çarçoveya plana têkoşîna dijî mubtelabûnê da bi mottoya "werziş ji mubtelabûnê diparêze" fealiyetên xwe didomîne.
Kaan Soylu Ozkalbîmê ku yek ji wan werzişvanan e ku ji Îzmirê hatiye jî got ku cara ewil hat Sêrtê û bajêr gelekî eciband.
Ferhat Îmîşçiyê ku ji Şanliurfayê hat jî got ku bi saya mamê xwe werzişa duçerxeyê nas kir û niha bi profesyonelî vê werzişê dike.