Li Juventusê transfera qeleparêz
Juventusê bi Mattîa Perînê qeleparêzê Genoayê ra ji bo 4 salan peyman îmze kir.
Ankara
ANKARA
Juventusa taxima Lîga Fitbolê ya Îtalyayê bi Mattîa Perînê qeleparêzê Genoayê ra ji bo 4 salan peyman îmze kir.
Di daxuyaniya kulubê da hat diyarkirin ku ji bo bonservîsa qeleparêzê 25 salî 12 milyon ewro dan Genoayê, heke şert û mercên di peymanê da werin pêkanîn ew ê 3 milyon ewroyî jî di ser da bidin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ê berdêla bonservîsê di nav 3 salan da parçe paçe bidin, bi qeleparêz ra jî peyman ji bo 4 salan hat îmzekirin.
Bi vî awayî Juventusê piştî transfera Douglas Costayê gogbazê ji Brezîlyayê transfera duduyan jî kir. Mattîa Perîn 8 sal e bi pergal derdikeve pêşbirkên Genoayê û hetanî nika jî 2 caran derkete pêşbirka taxima neteweyî.
Gianluigi Buffonê ku 17 sal qeleparêziya Juventusê dikir û di nav qeleparêzên herî serkeftî yên dinyayê da tê jimartin di dawiya sezonê da ji taximê veqetiyabû.