Spor

Li Hekariyê koma çiyager û tebîethezan hilpaskî Çiyayê Simbilê bû

Haydar Şahin   | 09.02.2021
Li Hekariyê koma çiyager û tebîethezan hilpaskî Çiyayê Simbilê bû Sabahattin Ertuş - Anadolu Ajansı

Hakkari

Li Hekariyê komeke ji çiyager û tebîethezan pêk tê li şikefta 2 sal berê di dema hilpaskbûnê da hatibû keşfkirin geriya.

7 endamên Komeleya Sporên Tebîetê û Çiyageriyê ya Gol û Qeşayên Cîloyê (CÎSAD) bi wesayîtan çûn herêma Depînê.

Endamên komeleyê ji vê derê dest bi hilpaskbûna Çiyayê Simbilê yê 3 hezar û 487 mêtro bilindahiyê kirin. Piştî hilpaskbûna 3 saetan li ber xwe da kom gihîşt herêma şikeftê.

Endamên komeleyê li şikefta tê da cembelîk û sitûn hene geriyan, wêne kişandin, qasî demekê bîhna xwe dan û vegeriyan.

Nacî Ertunçê Endamê Lijneya Avakar a CÎSADê û Nûnerê Bajêr ê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku piştî hilpaskbûneke bi zihmet gihîştin şikeftê.

Ertunç destnîşan kir ku şikefta ji du galeriyan pêk tê ya li berpala Çiyayê Simbilê bi xweşikahiyên xwe merivan şaş û metel dihêle û wiha pê da çû:

"Me 2 sal berê şikeft keşf kiribû. Bi kindiran em daketin şikeftê. Şikefta tê da cembelîk û sitûn hene merivan şaş û metel dihêle. Tebîethezên etaba dijwar a Çiyayê Simbilê temam kirin li şikeftê geriyan. Armanca me ya sereke ew e ku van xweşikahiyan bidin nasîn, ji turîzmê ra vekin. Şikeftên wiha li herêma hene û dibe ji bo turîzmê van amade bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın