Yunus Hocaoğlu
27 Hezîran 2026•Rojanekirin: 27 Hezîran 2026
Pêşbirkên nîv fînalî yên Fînalên Tirkiyeyê yên UEFA Regions Cupê yên ku ji hêla Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) va bi beşdariya 14 herêman tê lidarxistin, hatin kirin.
Di pêşbirkên nîv fînalê yên li li quntara Çiyayê palandokenê li Navenda Kampa Îrtifaya Bilind tên lîstin da têkelên herêmê yên Stenbol, Qeyserî, Enqere û Bursayê hatin pêşberî hev.
Di pêşbirkên navborî da Stenbolê 2-0 Qeyserî têk bir, Enqereyê jî 2-1 Bursa têk bir û derketin fînalê.
Organîzasyon dê bi têkoşîna fînalê ya tîmên têkel ên herêma Stenbol û Enqereyê ya 28ê Hezîranê roja yekşemê temam bibin.
Têkela herêmê ya ku dê di encama pêşbirkê da bibe yekemîn dê li UEFA Regions Cupê mafê temsîlkirina Tirkiyeyê bi dest bixe.
Serokê Lijneya Amator a TFFyê Selçuk Azerî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li Erziromê 14 tîmên herêman têkoşîn dan.
Azerî diyar kir ku dê roja yekşemê fînalê bikin û got ku "Herêma ku dê pêşbirka fînalê qezenc bike dê di UEFA Regions Cupa ku di dawiya cotmehê da li welatê me bê lidarxistin da Tirkiyeyê temsîl bike."
Azerî got ku di komê da Polonya, Romanya û Azerbaycan hene û ev gotin:
"Heke em komê wek yekemîn biqedînin 8 tîm dimînin. Du tîmên ji wir derdikevin jî fînalê dilîzin. Ango tîma ji vor derdikeve dê di statuya tîma neteweyî ya amator da be. Rêzika temenê û du salan lîstina hemn herêmê heye. Ev kadro ji hêla xoceyên me va tên avakirin Ji ber vê di hilbijartina lîstikvanan da baldar in."