Spor

Li Diyarbekirê 50 hezar xwendekar wê werzişê bikin

Li Diyarbekirê di betlaneya havînê da 50 hezar xwendekar wê werzişên cuda bikin

Türkan Tosun   | 11.07.2019
Li Diyarbekirê 50 hezar xwendekar wê werzişê bikin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê di betlaneya havînê da 50 hezar xwendekar wê werzişên cuda bikin.

Li Avahiyê Werzişê ya Kayapinarê der barê mijarê da bernameyek hat lidarxistin.

Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu di bernameyê da axivî û got piştî heyama perwerdeyê heqê zarok û ciwanan heye ku ew bêhna xwe bidin û werzişê bikin.

Guzeloglu got li bajêr di 30 qadên cuda yên werzişê da qurs hatine vekirin ku ew herin werzişê bikin û wiha dewam kir: "Ji bo ku xwendekar di dahatûyê da bibin şexsiyetên serkeftî û werzişvan, me bernameyên werzişê û perwerdeyê amade kir. Hemû tesîsên me ji wan ra vekirine, em li benda wan in."

Guzeloglu anî ziman par havînê 20 hezar xwendekar hatine qursên werzişê û pê da çû: "Îsal armanca me ew e ku 50 hezar xwendekarên me werzişê bikin. Me alavên hewce dikin temîn kir, ji bo ku ew bi aştî, biratî û hezkirinê va li gel hev bin, me tevdîrên xwe dîtin."

Walî Guzeloglu got ew dixwazin bi taybetî zarokên astengdar werzişê bikin û ji ber vê jî binesaziyê amade dikin.

Piştî govendê Guzeloglu bi zarokan ra tenîsa maseyê leyîst.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın