Spor

Li Agiriyê xwediyên heywanan piştî qedandina kar û barê xwe dest bi "badminton"ê dikin

Şêniyên gundê Geçîtverena li ser Taşliçaya navçeya Agiriyê piştî ku êm û ava heywanên xwe temîn kirin û karê xwe qedandin bi badmînton a cara ewil dileyîzin va kêf kirin

Abdullah Tel   | 29.01.2021
Li Agiriyê xwediyên heywanan piştî qedandina kar û barê xwe dest bi "badminton"ê dikin

Ağrı

 Wezareta Spor û Ciwaniyê û Federasyona Badmîntonê ya Tirkiyeyê projeya "Badmîntona Şêniyên Gund (Gundiyan)" cara ewil li Agiriyê kirin rewacê.

Di çarçoveya projeyê da rayedarên Wezareta Spor û Ciwaniyê çûn Geçîtverena gundê ser Taşliçaya navçeya Agiriyê û li baxçeyê dibistanê ku tijî berf bû bi xweliya agir qadeke badmîntonê xêz kirin.

Bi navbeynkariya mixtarê gund vexwendî şandin pey şêniyên gund, raket, forma û gog diyarî wan kirin. Gundiyên ku cara ewil e li gundê xwe vê sporê dibînin dest bi pêşbaziyan kirin û ketin reqabetê.

- Ji hewla gundiyan dîmenên rengîn derketin holê

Li herêmê şert û mercên zivistanê bi zor û zehmetî derbas dibe û şêniyên gund ên ku bi xwedikirina heywanan va debara xwe dikin piştî karê xwe qedandin bi lîstina badmîntonê va kêf kirin.

Şêniyên gund ên ku cara ewil e badmînton leyîstin ji vê sporê gelek hez kirin û xwestin ku bila ji bo wan qadeke çêtir û baştir bê amadekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.