Spor

Kick boksavana şampiyona Ewropayê li Çiyayê Nemrûdê dixebite

Sporvana neteweyî Çîgdem Kirvaç a ku ji bo kêfê dest bi kîck boksê kiribû bû şampiyona Ewropayê û niha jî bi armanca di pêşbaziya şampiyoniya dinyayê ya kîck boksê da madalyaya zêrîn qezenc bike, dixebite

Abdullah Tel  | 03.12.2018 - Rojanekırın : 06.12.2018
Kick boksavana şampiyona Ewropayê li Çiyayê Nemrûdê dixebite

Bitlis

BÎTLÎS

Sporvana neteweyî Çîgdem Kirvaç li Îdirê 9 sal berê ji bo kêfê dest bi kîck boksê kir û paşê bû şampiyona Ewropayê.

Kirvaç niha jî bi armanca ku di pêşbaziya şampiyoniya dinyayê ya kîck boksê da bibe xwedî madalyaya zêrîn dixebite û li dibistan û Çiyayê Nemrûdê ku lutkeya wê bi berfê xemiliye antremanên xwe didomîne.

Sporvana neteweyî Kirvaç (23) li Dibistana Bilind a Sporê ya Perwerdehiya Bedenê (BESYO) ya Zanîngeha Bîtlîs Erenê di pola 3yemîn da dixwîne û ji aliyekî va jî ji bo qezenckirina madalyaya zêrîn jî li serê Çiyayê Nemrûdê li rex Gola Wanê û Gola Kraterê ya Nemrûdê dixebite.

Ji cihên Kirvaç lê antenmanên xwe dike yek jî eywana sporê ya zanîngehê ye.

Kirvaç 6 sal li Îdirê kîck boks kir û 3 sal berê jî piştî ku zanîngeh qezenc kir hat Bitlîsê. Lêdanên sporvana neteweyî ji ber ku bişidin jî ew di antremanan da bi sporvanên mêr ra dixebite.

Di pêşbaziyên kîck boksê da ew bû duyemîna dinyayê û ya ewropayê, di cotmeha borî da jî di şampiyoniya Ewropayê ya Kîck Boksê ku li Slovakyayê hatibû kirin da jî bûbû yekemîn. Kirvaç niha jî ji bo di şampiyoniya dinyayê da madalyaya zêrîn qezenc bike di bin rêveberiya Hîndekar û Antronora Tîma Neteweyî Gulcan Tekînê da li Bîtlîsê antrenmanên xwe didomîne.

Sporvana Neteweyî Çîgdem Kirvaç: "Ji hêla kondîsyonê va gelek bi kêr tê."

Sporvana Neteweyî Çîgdem Kirvaçê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 9 sal berê li Îdirê ji bo kêfê wê dest bi vê sporê kir. Kirvaçê got ku ji bo antrenmanên xwe çêtir bike jî dest bi zanîngehê kir û wiha pê da çû: "Ev sê salin ku ez tevî Midûrê BESYOyê Alî Tekîn û Antrenora Neteweyî Gulcan Tekînê ra dixebitim. Em gelek xebitîn. Havînê ez nikaribûm biçim cem malbata xwe. Em xebitîn me hewl da û ez gihîştim armanca xwe. Di pêşbaziyên pêş me da jî heke ez biserkevim ez ê bikaribim beşdarî şampiyoniyaya dinyayê bibim."

Di berdewamiya axaftina xwe da Çîgdem Kirvaçê got: "Ez di nav heftê da 4 rojan li eywana zanîngehê dixebitim. Lê ji ber ku Çiyayê Nemrûdê bilinde li vê derê jî antrenmanên xwe dibin serî. Ji hêla kondîsyonê va gelek bi kêr tê. Li serê çiyê berf heye lê digel vê em antrenmanên xwe didomînin û ev ji bo me nabe hincet. Li aliyekî Gola Wanê û li aliyê din jî Gola Kraterê ya Nemrûdê heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.