Spor

Ji sporvanên neteweyî 6 kes sala 2019an di asta herî baş da xilas kirin

Di boksê da Buse Naz Çakiroglu û Busenaz Surmenelî, di gulaşê da Riza Kayaalp û Suleyman Atli, di qereteyê da Ugur Aktaş û Serap Ozçelîk Arapoglu di lûtkeya qadên xwe yên sporê da wek sporvanên herî baş bi cih bûn

Abdullah Tel  | 08.01.2020 - Rojanekırın : 09.01.2020
Ji sporvanên neteweyî 6 kes sala 2019an di asta herî baş da xilas kirin

Ankara

Ji atletîzm, boks, cîmnastik, gulaş, jûdo, qerete, tîravêjî û tekwandoyê 28 sporvanên neteweyî û 2 tîm rêzandina dinyayê ya sala 2019an di 5 rêzên ewil da temam kirin.

Sala par 28 sporvan û 2 tîmên di organîzasyonên qada navneteweyî da ku nûnertiya Tirkiyeyê dikirin ji bo lutkeyê hewl dan.

Ji sporvanan yên di qada atletîzm, boks, cîmnastik, gulaş, jûdo, qerete, tîravêjî û tekwandoyê da hewl didan di rêzandina dinyayê da di 5 rêzên ewil da bi cih bûn û ev yek jî ji bo beşdarbûna Olîmpiyatên Tokyo 2020î girîng e. Di 5 rêzên ewil ên rêzandina dinyayê da bi 10 kesî branşa ku herî zêde sporvan ezimand branşa gulaşê bû.

- Ji sporvanên neteweyî 6 kesan sala 2019an di asta herî baş da xilas kirin

Ji qada boks, gulaş û qereteyê her yekî 2 kes bi serfiraziyên xwe balê kişandin.

Di qada boksê da bi 51 kîloyî Buse Naz Çakiroglu û bi 69 kîloyî jî Busenaz Surmenelî di rêza ewil da cih girtin.

Di sala 2019an da Riza Kayaalpê di 130 kîloyî ya stîla grekoromenê da şampiyoniya Ewropa û dinyayê bidest xistibû cihê xwe yê li lûtkeyê parast.

Di qada gulaşa stîla serbest da jî Suleyman Atli di sîkletê da bû gulaşvanê herî baş.

Di rêzandina dinyayê ya qada qereteyê da jî ji ser 75 kîloyî Ugur Aktaş û ji jinan jî di 55 kîloyî da Serap Ozçelîk Arapoglu di rêza ewil da cih girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.