Spor

Ji Serokomar Erdogan bo şampiyonê olîmpiyatê Mete Gazoz têlefona pîrozbahiyê

Emrah Oktay   | 31.07.2021
Ji Serokomar Erdogan bo şampiyonê olîmpiyatê Mete Gazoz têlefona pîrozbahiyê

Tokyo

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê tîrkevanbaz Mete Gazozê ku di Lîstikên Olîmpiyatê ya Tokyo 2020î da madalyaya zêrîn qezenc kir û bû şampiyon pîroz kir.

Serokomar Erdogan bi navbeynkariya Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapogluyê ku li cihê ciyîn Lîstikên Olîmpiyatê ya 32yemîn a Havînê dişopîne ra bi tîrkevanbazê neteweyî yê şampiyon ra axivî.

Serokomar Erdogan ji ser têlefonê Mete Gazoz pîroz kir û got: "Te em gelekî kelecanî kirin û ji nû va dîrok raxist pêş çavên me. Wek tîrkevanbazekî nêviyê miletê Tirk te dîrok nivîsî. Min bi çavên tijî hêstir va li wê tîra dawîn a ku te avêt temaşe kir. Ez te pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.