Spor

Iniesta, bû hevalê tîmê yê Podolski

Fitbolîstê navdar ê Barcelonayê Iniesta, bi tîma Vissel Kobeyê ya Japonyayê ra peyman îmze kir

İbrahim Atmaca  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 24.05.2018
Iniesta, bû hevalê tîmê yê Podolski

Istanbul

ÎSTANBUL 

Andres Iniestayê ku hemû kariyera xwe di Barcelonayê da dewam kir û ji fitbolîstên herî navdar ên fitbola Spaniyayê ye, transferî tîma Vissel Kobeyê ya Japonyayê bû.

Li gor daxuyaniya ku ji Kluba Vissel Kobeyê hat dayîn, wan bi fitbolîstê 34 salî ra li hev kir. Di daxuyaniyê da ji bo pereyê ku fitbolîst wê hilde tiştek nehat gotin.

Iniesta di tîma Barcelonayê da dest bi fitbolê kir, di tîma Ayê da derket 674 pêşbirkan û 32 kûpa qezenc kir. Fitbolîstê Spanî çend roj berê kelogirî ji Kulûba Barcelonayê xatir xwest. Iniesta di Barcelonayê da 9 kûpayên La Lîgayê, 4 kûpayên Lîga Şampiyonan a UEFAyê, 3 Kûpayên Super a UEFAyê, 3 Kûpayên Dinyayê ya Kulûbên FIFAyê, 6 Kûpayên Qral a Spaniyayê û 7 Kûpayên Super a Spaniyayê qezenc kir.

Iniesta û Lukas Podolskiyê ku demekê di Galatasarayê da dileyîst, bûn hevalbendên hev ên heman tîmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın