Spor

Hezkirên Maradona dibêjin ew di dîrokê da fitbolîstê herî baş ê dinyayê ye

Heyranên Maradona wî weke "fitbolîstê herî baş ê dîrokê" û "Nûnerê li dinyayê yê Arjantînê" dibînin

İbrahim Atmaca, Abdullah Tel  | 01.12.2020 - Rojanekırın : 02.12.2020
Hezkirên Maradona dibêjin ew di dîrokê da fitbolîstê herî baş ê dinyayê ye

Buenos Aires

 Li Arjantînê hefteya çûyî fitbolîstê efsane Diego Armando Maradona mir. Heyranên Maradona wî weke "fitbolîstê herî baş ê dîrokê" û "Nûnerê li dinyayê yê Arjantînê" dibîne.

Heyranên Maradona hatin stada La Bombonerayê ya tîma fitbolê ya Boca Juniors ku Maradona di vê tîmê da navdar bû. Heyranan pirsên nûçegihanê AAyê yên "Wexta ku qala Maradona tê kirin, çi tê hişê we?" û "Maradona ji bo we çima girîng bû?" bersivandin.

Adalberto dema ku qala Maradona kir û kelogirî bû û wiha axivî: "Wexta ku caba mirina wî hat, min bawer mekir, mûyê min bij bijî bûn. Weke ku ava sar ser serê min da bikin, bûm. Diego ji bo min girîng e, lewra her tiştê ku pêdiviya min pê hebû, da min. Ji bo ku di 1986an da (Kûpaya Cîhanê) bilind kir, ez pê şa bûm. Gola ku avêt Îngilizan, destê Xwedê... Diego ji bo min her tişt e, ew jiyana min e."

Adalberto diyar kir ku hezkiriyên wî ji bonê giriyan û wiha got, "Bira fitbolîstên din li qusûrê nenhêrin, lê Diego fitbolîstê herî mezin e, fitbolîstê herî mezin ê dîrokê Maradona ye. Bira cihê wî aram bibe."

Gabriel mirina fitbolîstê efsane weke "êş û janeke pir mezin" pênase kir û wiha dewam kir, "Ji bo min Maradona her tişt bû. Weke her zarokên ku ji fitbolê hez dikin, min jî xeyal dikir ku weke wî bileyîzim û mirina wî ji bo me bû derbeyeke pir giran e."

Gabriel pirsa "Diego ji bo te çima girîng bû?" jî wiha bersivand, "Diego alaya Arjantînê bir her derê dinyayê. Piştî şerê 1982yan tişta ku Diego anî serê Îngiltereyê tiştekî ecêb bû. Ev rastî ye ku Gotin têrê nakin ku meriv Diego pênase bike."

Şofêrê texsiyê Eduardo Velazquez Maradona weke "di dîroka dinyayê da lîstikvanê herî baş" pênase kir û wiha got:

"Wexta ku wî li vê derê dileyîst, min ew dît. Barê tîmê tenê ser pişta Diego bû. Wexta ku seqet bû û 3 pêşbirkan neleyîst jî dîsa diket bin barê tîma xwe. Ez bûm şahidê golê wî yên herî baş ên li vê derê. Mesela wexta ku Boca Juniorsê River Plate 3-2 têk bir, devê her kesî vekirî mabû. Êdî kesekî weke Diego tunebû, qelbê wî paqij bû. Diego ne tenê ji bo min, ji bo fitbola neteweyî û ya dinyayê girîng bû. Ji taxeke feqîr derket û di sehayê da li hemberî her kesî bi heman awayî leyîst. Maradona kesekî ku kesên derdora xwe perwerde dikir bû."


Carlosê alîgirê tîma Boca Juniorsê got: "Dîego her tişt e, fitbol bi xwe ye, Arjantîn e, formayê Boca Juniorsê ye. Mirina wî ji bo me hemûyan xemgîniye. Her tiştên ku li qadê wî dida me û pêşkeş dikir girîng bûn. Lewra Arjantîn li gelek deverên dinyayê bi xêra Maradona tê zanîn. Ji bo vê hewce nake mirov li deverên dûr mêze bike. Li têlevizyonê mêze bikin û welatên ku alayên Arjantînê lê ne tê dîtin. Libnan di nav şer û pevçûnê da alaya Arjantînê lê ye û ya Maradona lê ye. B rastî jî wî hemû sînoran hilweşand."

- "Maradona dengê herkesî bû"

Estefaniaya ku qîza wê di kûluba Boca Juniorsê da dileyîze got: "Maradona li çar aliyê dinyayê nûnerê me yê herî mezin bû. Axaftina me ya der heqê wî da û ji çar aliyên dinyayê mirovên ku ji bo wî tên vê derê, ev tiştekî ecêb e û bala me dikşîne."

Di berdewamiya axaftina xwe da Estefaniayê bal kişand ser Şerê Falklandê yê ku Arjantîn li hemberî Îngiltereyê têk çû û wiha pê domand: "Di sala 1986an da dema me Qûpaya Dinyayê qezenc kiriye ez hêj di hemla diya xwe da bûme. Maradona hinek tiştên ji dest me çûbûn careke din bi me da qezenckirin. Em ji şerekî hov, tund û bêmerhemet derketibûn û ew bû dengê herkesî. Ez wisa texmîn dikim ku ew ê hertim ew deng be lewra wî li hemberî hêzê şer dikir."

Salmaya qîza Estefaniayê jî got: "Ez bawer nakim ku Dîego ji nav me çû lewra ew gogbazekî mezin bû û em ê her tim wî wisa bibîr bînin."

Hezkirên Maradona dibêjin ku ew ji bo Arjantînê kesekî gelek girîng, egîdê neteweyî bû ji bilî fitbolê nîşaneya serhildana li hemberî hêzê bû û nabe ku Messî û yan jî fitbolîstekî din ra bê muqayesekirin.

Dildarên Maradona dibêjin ku kesekî şûna Maradona bigire tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın