Halîl Umut Meler wê pêşbirka Galatasaray-Fenerbahçeyê bi rê va bibe
Istanbul
Pêşbirka Galatasaray-Fenerbahçeyê ya wê di hefteya 13emîn a Lîga Super a Spor Totoyê da çêbibe wê ji hêla Hakem Halîl Umut Meler va bê rêvebirin.
Li gor daxuyaniya Lijneya Hakeman a Navend a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, pêşbirk wê 21ê mijdarê roja duşemê di saet 19.00î da li Stada Nefê çêbibe.
Di pêşbirkê da Hakem Halîl Umut Meler wê fîqê bixe û pêşbirkê bi rê va bibe.
Mustafa Emre Eyîsoy û Îbrahîm Çaglar Uyarcan jî wê wek hakemên alîkar li gel Meler wezîfeyê bikin.
Hakemê çaremîn ê pêşbirkê jî wê Erkan Ozdamar be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.