Spor

Hakemê çaremîn ê pêşbirka PSG-Başakşehîrê ji pêşbirkê hat derxistin

Medîpol Başakşehîr di hefteya şeşemîn a Koma Hyê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de pêşbirka digel Paris Saint Germainê de ji ber gotinên nijadperest ê hakemê çaremîn ji Pierre Weboyê antrenorê re, ji saheyê vekişiya û çû odeya cilgorînê.

Ahmet Aydın  | 09.12.2020 - Rojanekırın : 09.12.2020
Hakemê çaremîn ê pêşbirka PSG-Başakşehîrê ji pêşbirkê hat derxistin

Ile-de-France

Medîpol Başakşehîr di hefteya şeşemîn a Koma Hyê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de pêşbirka digel Paris Saint Germainê de ji ber gotinên nijadperest ê hakemê çaremîn ji Pierre Weboyê antrenorê re, ji saheyê vekişiya û çû odeya cilgorînê.

Serokê Îstanbul Başakşehîrê Goksel Gumuşdagê ragihand ku hekemê çaremîn Coltescuyê Rûmen ê ku gotinên nijadperestî ji Webo re gotibû, ji pêşbirkê hat derxistin.

- Ji Serokomar Erdogan daxuyanî:

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ji ber ku di pêşbirka Medîpol Başakşehîr ya ku di hefteya şeşemîn a Koma Hyê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de bi Paris Saint Germainê re dileyize de hakemê çaremîn ji Pierre Weboyê antrenorê re gotinên nijadperest gotin, bi taga "Na ji bo Nijadperestiyê" bertek nîşan da.

Erdogan wiha got:

"Ez wan gotinên nijadperestane yên li dijî Pierre Weboyê ji ekîba teknîkê ya Başakşehîra nûnera me, şermezar dikim. Ez bawerim dê UEFA gavên pêwîst biavêje. Di werziş û hemî qadên jiyanê de bê şert û merc, em li dijî nijadperestî û cudakariyê ne."

- Ji Serokê TBMMê Şentop şermezarkirin

Serokê TBMMê Mustafa Şentop got, "Ez wan gotinên nijadperestane yên hakemê 4emîn Sebastian Costantin Coltescuyê ji Federasyona Futbolê ya Romanyayê yên li dijî Pierre Weboyê Antrenorê Alîkarê taximê me yê Futbolê Başakşehîra nûnera me ya di Lîga Şampiyonan de micadele dide, şermezar dikim. Cudakariya di her qadê de lanet dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın