Gulaşvanê Neteweyî Riza Kayaalp madalyaya zêrîn qezenc kir
Ankara
Gulaşvanê Neteweyî Riza Kayaalp di Turnovaya Matteo Pelliconeyê ya li Îtalyayê hat kirin da madalyaya zêrîn qezenc kir.
Organîzasyona li paytext Romayê hat kirin bi pêşbaziya stîla grekoromenê va dest pê kir.
Riza Kayaalpê duyemînê olîmpiyatê, şampiyonê dinya û Ewropayê ku di 130 kîloyî da têdikoşiya Sabah Saleh Shariatiyê reqîbê xwe yê Azerbeycanî 4 û 0 têk bir û bû xwediyê madalyaya zêrîn.
Furkan Yildizê di fînala 67 kîloyî da li hemberî reqîbê xwe yê Azerbeycanî Hasret Jafarov bi ser neket û bû xwediyê madalyaya zîv.