Spor

Grand Prix Tirkiye ya Formula 1ê li Ewropayê dengekî mezin veda

Doğa Kırmızıoğlu, Şenhan Bolelli, Barış Seçkin  | 11.10.2021 - Rojanekırın : 12.10.2021
Grand Prix Tirkiye ya Formula 1ê li Ewropayê dengekî mezin veda

Ankara

Grand Prix Tirkiye ya Formula 1 Rolexê ku li Stenbolê hat lidarxistin, di çapemeniya Ewropayê da dengekî mezin veda.

Di pişbirka duh da serkêşiya klasmana pîlotan ji Lewis Hamiltonê pîlotê Mercedesê yê ji Britanyaya Mezin derbasî Max Verstappenê Red Bullê yê Holandî. Hevalê tîmê yê Hamilton, Fi Valtteri Bottas serkeftin bi dest xist û tîma xwe kêfxweş kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Mercedesê da hat diyarkirin, şertên hewayê yên Îstanbul Parkê di pileya pêşbaziyê da roleke girîng leyîst û wiha got, "Bi barana hûr, pîst timî ter ma û di pîsteke bi vî rengî da Valtteri serkeftineke mezin bi dest xist. Pileya pîsta herî beza bi dest xist û puanên zêdetir da qazanckirin."

- Red Bull û Ferrari ji encamê xweş in

Red Bull jî ji wan tîman in ku ji Stenbolê kêfxweş vegeriyan. Ji Red Bullê Verstappen, di rêza duyemîn da û her wiha pîlotê Meksîkayî Sergio Perez jî di rêza sêyemîn da pêşbazî kuta kirin.

Di daxuyaniya Red Bullê da hat diyarkirin ku ew ji herdu namzedên xwe Max Verstappen û Sergio Perez kêfxweş in.

Her wisa di pêşbaziyê da ji tîma Ferrariyê Charles Leclercê Monakoyî bû çaremîn û Carlos Sainzê Îspanyolî jî bû heştemîn.

Di daxuyaniya Ferrariyê da hat diyarkirin ku herdu pîlotên wan ji Stenbolê bi 16 puanan vegeriyan ku ev yek ji bo wan ciyê kêfxweşiyê ye.

- Çapemeniya Îngiliz, Hamilton rexne kir

Di çapemeniya Ewropayê da ew yek derxistin pêş ku şert û mercên hewayê yên li Îstanbul Parkê di pileya pîlotan da roleke mezin leyîst.

Ji çapemeniya Îngiliz BBCyê, Hamilton rexne kir û wiha got, "Lewis Hamilton guh neda Mercedesê, lastîk dereng guherand û bi vî awayî şansê qazanckirina pêşbaziyê bi xwe dehfand."

- Marca: "Barana hûr a bênavber dexme li Grand Prixa Tirkiyeyê xist"

Çapemeniya Îspanyol jî di nûçeyên xwe da digel pîlotên Îspanyolî Sainz û Fernando Alonso, pîsta şil, têkoşîna yekemîntiyê ya di navbera Hamilton û Verstappen da derxistin pêş.

Rojnameya Marcayê wiha nivîsand, "Barana hûr a bênavber dexme li Grand Prixa Tirkiyeyê xist ku di 58 tûran da jî danenî û rageşî her ku çû zêdetir kir."

- Di çapemeniya Îtalyayê da rojev pêşbirka di zîrweyê da ye

Çapemeniya Îtalyan jî digel ku Bottas pêşbaziya li pîsta şil a li Stenbolê bi dest xist, bêtir li ser têkoşîna ji bo şampiyontiyê ya di navbera Hamilton û Verstappen da sekinî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.