Can Öcal
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Tîma Futbolê Galatasaray sibê wê bi tîma Îtalyayê Venezîayê ra pêşbirka amadehiyê bike.
Tîma sor û zer niha li herêma Wîndîschgarstenê ya Awisturyayê kampa xwe ya amadekariyê ya heyamê dimeşîne.
Galatasaray di çarçoveya çalakiya Summer Series Upper Awisturyayê da wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 21.00î da, li Stada Hofmann Personalê ya li bajarê Linzê bê pêşberî Venezîayê.
Piştî kampa li Awisturyayê, tîm wê vegere Stenbolê.
Roja yekşemê 2yê Tebaxê Galatasaray wê bi tîma Fransayê Rennesê ra û roja şemiyê 8ê Tebaxê jî bi tîma Îspanyayê Vîllarreal ra wê li Stada Rams Parkê pêşbirkên amadehiyê bike.
Galatasaray di du pêşbirkên amadehiyê yên beriya heyamê da carekê bi ser ket û carekê jî têk çû.
Tîma sor û zer bi 5-1 Umraniyespor têk bir, li Awisturyayê di pêşpirka dijî Monzayê da jî 2-0 têk çû.