Bozhan Memiş
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Kerem Akturkoglu û Orkun Kokçuyê futbolîstên Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê bawer dikin ku ew ê di Kupaya Dinyayê da serkeftineke giring bi dest bixin.
Her du futbolîstan di civîna çapemeniyê ya li otela ku tîma neteweyî li Arizonayê lê dimîne da daxuyandin ku bidestxistina Kupaya Dinyayê destkeftiyeke giring e, lê ew ê bi tenê vê yekê razî nebin.
- Kerem Akturkoglu: "Em di rewşeke baş da hatin vê turnuvayê"
Kerem Akturkogluyê ku di dema amadekariyên li Stenbolê da seqet bû, lê paşê baş bû got ew xwe baş hîs dike.
Futbolîstê 27 salî diyar kir ku wan heyameke perwerdehiyê ya baş derbas kiriye û wiha axivî: "Em dizanin ku em piştî 24 salan beşdarî Kupaya Dinyayê dibin û tevahiya welatê me li benda vê gavê ye. Em bi awayekî herî baş amadekariyê dikin. Hêvî dikim ku ew ê ji bo welatê me turnuvayeke pir xweş be û em ê bi lîstika xwe, bi awayekî herî baş welatê xwe temsîl bikin. Em li bendê ne ku turnuva di demeke zûtir da dest pê bike."
Akturkoglu axaftina xwe wiha domand: "Tenê beşdarbûna li vir divê ji bo me wekî serkeftinekê neyê hesibandin. Piştî Şampiyoniya Ewropayê, em hem futbola xwe û hem jî qerekter, kesayetî û şêwaza lîstika xwe ya tîmê li qadê nîşan didin. Ev yek bi awayekî erênî di encaman da xuya dike. Em tenê ji bo beşdarbûnê nehatin vir, em serkeftinê dixwazin. Em dixwazin kalîteya di nav tîmê da li qadê nîşan bidin. Ez hêvî dikim ku em xelata wê bi awayekî baş bistînin."
Orkun Kokçu jî anî ziman di tîmê da rewşeke pir baş heye.
Kokçu diyar kir ku her lîstikvanek di tîmê da pir girîng e û got her kes wê piştgiriyê bide 11 kesên ku derkevin li qadê.
Orkun diyar kir haya wî ji potansiyela wî heye û feydeya wî wê bigîhêje tîmê û wiha axivî: "Em 24 sal in beşdarî Kupaya Dinyayê nebûn, lê ez difikirim ku em tîmeke xeternak in. Lîstikvanên me hene ku dikarin di her kêliyê da tiştekî nû bikin. Dibe ku ew ji me bitirsin...Piştî çîroka 2002yan, înşallah em jî wê bikarin çîrokekî binivîsin û bandoreke erênî li ser nifşên dahatuyê bikin. Tiştê ku ez herî zêde dixwazim ev e ku dema ku em dadikevin qadê ew ji me bitirsin. Em dixwazin bibin tîmeke neteweyî ya wiha. Wekî lîstikvan em hemû di asteke bilin da dilîzin, lîstikvanên me yên stêrk hene."