Spor

Fitbolîstê ku bi eslê xwe Tirk e navê wî ket dîroka fitbolê ya Ewropayê

Hüseyin Burak Demirer  | 15.11.2021 - Rojanekırın : 16.11.2021
Fitbolîstê ku bi eslê xwe Tirk e navê wî ket dîroka fitbolê ya Ewropayê

Ankara

 Enes Saliyê ku bi eslê xwe Tirk e, cara ewil formeya Romanyayê li xwe kir û bi 15 sal û 264 rojan va bû fitbolîstê Ewropayî yê herî ciwan ku di pêşbirka tîma A milliyê da derket sehayê.

Enes di deqîqeya 82yem a pêşbirka Lihtenştaynê ya hefteya 10em a Grûba Jyê ya Seridandinên Ewropayê ya Kûpaya Dinyayê ya 2022 FIFAyê da cara ewil formeya Tîma Neteweyî ya Romanyayê li xwe kir.

Enes di Kulûba Farul Constantayê da dileyîze û Gheorghe Hagi dîrektoriya teknîkî ya vê tîmê dike.Enes bi vî emrê xwe va rekora Martin Odegaardê Norveçî (15 sal û 300 rojî) şikand.

Enes di 15 sal û 202 roja xwe da jî di Lîga Yekemîn a Romanyayê da gol avêtibû û bûbû fitbolîstê herî ciwan ê ku gol avêt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın