Osman Bilgin
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Fitbolîstên Amed Sportîf Fealiyetlera ku ji tîmên Lîga Super a Tendyolê ye yek e, di çarçoweya amadehiyên sezona nû da ji bo hin performansan hatin ceribandin.
Li gor daxuyaniya ku ji kulûbê hat dayîn, fitbolîst li Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Zanistên Sporê ya Zanîngeha Ataturkê di hin testan da hatin ceribandin.
Analîza kompozîsyona bedenê, testa hêza îzokînetîk, testa hêza anaerobîk û hin ceribandinên din kirin.
Hat gotin ku li gor daneyên ceribandinan rewşa fîzîkî ya fitbolîstan hat analîzkirin, bernameya amadehiyê ya sezona 2026-2027an a tîmê li gor daneyên zanistî dewam dikin.